Bîra Qederê Çi Ye?

in #kurdi4 years ago (edited)

Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî de ji bilî xebatên din kovar jî derxistine. Gelek pirtûk jî nivîsiye. Herwiha di gelek kovarên kurdî û yên zimanên din de jî nivîsiye.

Ji ber tengasiyên aborî Mîr Celadet di sala 1950î de li gundê Hecanê yê nêzî Şamê bû dest bi karê çandiniyê kir, ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr ma bû karekî wiha bike.

Her çawa ku gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî wî alîkariya kesî qebûl nedikir.Li gundê Hecanê ji bu avdana pembo li ser zeviyên ku diajot bîreke mezin dikole. Di nameyên ku ji malbata xwe re dinivisîne de navê wê bîrê "Bîra Qederê datîne. Piştre di kolandina wê bîrê de jiyan xwe ji dest dide.

Wasîyeta Mîr Bedîrxan
kr80umt32b.jpg
Mîr Bedîrxan berî here ser dilovaniya xwe bangî zarokên xwe diki û van şîreta li wan dike:
Hûn hemû li malên xwe bi zarokên xwe re kurdî bi axivin;wexta ku hûn bi zarokê xwe re kurdî neaxivin hûnê kurdî ji bîr bikin; Hûn kurdî ji bîr bikin wê kurdistan ji bîr bive; yên ku kurdistanê ji bîr biki wê min ji bîr biki; yên ku min ji bîr buke ne neviyê min e.